Kolberekî din hate kuştin

duhê hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên çekdar yên rejîma Îranê bi awayekî raste rast gole li ser kolberên Kurd reşandine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku duhê yekşem li ser sînorê nêzî bajarê Xoy li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser kolberên Kurd kirine û di encam de kolberekî Kurd bi navê Behmen Rewşenî ku temenê vî 24 sal bûye hatiye kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku hefteya derbasbûyî li bajarê Xoy dîsa çekdarên rejîmê kolberekî din yê Kurd qetil kiribûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.