Li gor jêderên ewlekarî, di encama êrîşên balefirên şer yên hevpeymaniya cîhanî û artêşa Îraqê de 5 terorîstên DIŞIê li qontarên çiyayê Hemrînê hatine kuştin.
Jêderên ewlekarî behsa vê yekê kirine ku piştî vergirtina zaniyariyên taybet yên li dor hebûna terorîstên DIŞIê li qontarên çiyayê Hemrînê, balefirên hevpeymaniya cîhanî li gel balefirên şer yên artêşa Îraqê, çend car êrîş pêk anîne û di encama wan êrîşan de herî kêm 5 terorîstên DIŞIê li deverê de hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku ev demeke terorîstên DIŞIê li deverê de lêv û tevgerên xwe zêdetir kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin