Îro li Laleş û Şêxanê aheng û merasîmên curbicur tên organîzekirin.
Îro 17ê Nîsanê çareş, bo Kurdên Êzidî çarşema serê Nîsanê û çarşema sore û cejna sersale.
Bi vê minasebetê Êzidiyên li Kurdistanê, li Laleş, Şêxan, Dihuk û çend deverên din yên ku Êzidî têdene, bo pîroz kirina cejna xwe dest bi aheng û merasimên olî û taybetî kirin.
Çarşema sor bo Êzidiyan xudan wateyeke gelek girînge jiber ku li gor bawerîya ola Ezîdî cîhan di vê rojê de çêbûye û Tawusê Melek ji esmên daketiye, hatiye erdê û ev yek jî bi wateya destpêkkirina demsaleke nû û jiyaneke nûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin