Baregeha Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya Nivîskar û kesayetiyê navdar yê Kurdistana sor peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;
Ji bo malbata Wekîl Mistefayev
Mixabin me nûçeya koça dawî ya nîskar û kesayetiyê naskirî ya Kurdên welatên Sovyeta berê Wekîl Mistefayev bihîst. Rehmetî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmeteke mezin a dîroka gelê Kurd kiriye, jidestdana wî jî ziyaneke mezin e.
Bi vê helkefta xemgîn, em sersaxiyê ji we re û ji malbat û meriv û dostê we re dixwazin. Em hevparê xema we ne.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rehemetî bi biheşta xwe şad bike sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.
Baregeha Barzanî
20.4.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin