Erbil 38°C Wednesday 26 Nov 22:15

Hesen Nesrula: Xwe bo şereke dijwar amade bikin

dibêje mimkune di hawînê de şer biqewme
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Libnanî Serokê tevgera Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrula di civîneke xwe ya li gel rayedarên hizbulahê de daxwaz ji wan kiriye ku xwe bo şereke dijwar ya li gel Îsraîlê amade bikin.

Nesrula eşkere kiriye ku vê şereke dijwar li gel Îsraîlê destpê bike lewre lazime weke hizbulah bo şerê han xwe amade bikin.

Nesrula diyar kiriye ku Îsraîl xwe amade kiriye daku di roja yekem ya vê şerê de zêdetir ji 2 hezar pêgehên hizbulahê bordiman bike, jiber vê çendê lazime em amade bin.

Nesrula behsa vê yekê kiriye ku mimkune şer di hawînê de destpê bike.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.