Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 02:16

Hewlêr û Amed têkiliyên xwe bihêztir dikin

şanda Amedê duhê serdana Hewlêrê kiriye
کوردستان TV
100%

Duhê şandeke bazirganî û pîşesaziya Amedê serdana parêzgeha Hewlêrê kir û li gel Parêzgar Newzad Hadî û serokê odeya bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê Dara Celîl Xeyat civiya.

Di civînê de her du alî behsa têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Hewlêr û Amedê de kirin û giftûgo li ser çawetiya bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên han kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa rola kompanî, karsaz û pîşezasên Bakûrê Kurdistanê ya bo awedan kirina Kurdistanê hate kirin û her du alî amade bûna xwe ya bo bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên xwe diyar kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.