MSD: Daxuyaya rejîma Sûriyê ya der barê tevgera Tirkiyeyê de ne cidî ye

dibêje rejîm ti helwesteke cidî raber nekiriye
کوردستان TV
100%

MSD‘ê bêdengiya rejîma Sûriyê ya li hember lêkirina dîwaran li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kir û got: "Tevî tevgerên bi xeter ên Tirkiye li ser yekîtiya dewleta Sûriyê, rejîma Sûriyê bi daxuyaniyek lewaz û ne cidî ev yek nirxand, gava rejîmê ji ya hevalbendên wê yên Rûs û Îranê ne dûr e ku bi rêya lihevkirinên Astanayê bi Tirkiye re dibin hevkar."

MSD‘ê got "Dewleta Tirk kiryarên xwe yên mêtînger didomîne. Di hefteyên derbasbûyî de li gundê Cilibê dest bi rûxandina malan û kolandina xendeqan kir, her wiha dîwaran lê dike da ku bajarê Efrînê bi temamî ji Sûriyê qut bike.

Her kes dizane ku dîwarên ku Tirkiye lêdike, beşek ji planên guhertina demografîk e û bicihkirina endamên alîgirên Tirkiye li van herêman e, di heman demê de guhertina nasnameya bajar e.

anha

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.