Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:02

Serok Barzanî ligel konsolê nû yê Îmaratê civiya

behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan kirin
کوردستان TV
100%

Serok Mesûd Barzanî ligel Konsulusê nû yê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd civiya.

Duhê Serok Mesûd Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ligel Konsolê nû yê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd civiya. Di civînê da konsolê Hewlêrê yê Îmaratê silavên serkirdeyên welatê xwe bo Serok Mesûd Barzanî anîn ziman.

Herwiha konsolê Îmaratê Ehmed Îbrahîm Seîd li ser navê welatê xwe spasiya xelkê Herêma Kurdistanê û kir bo alîkariya li penaberan. Herwiha Ehmed Îbrahîm Seîd amaje bi wê yekê jî kir ku wê piştevaniya Îmaratê bo Herêma Kurdistanê berdewam be bo piştevaniya bernameyên penaberan û hevkariyên herdu welatan wê berdewam bikin.

Herwiha Serok Mesûd Barzanî jî spasiya konsolê nû yê Îmaratê kir û serkeftin jê ra xwest û behsa girîngiya bihêzbûna peywendiyên siyasî, aborî kulturî yên Herêma Kurdistanê û Îmaratê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.