Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû û şandeke pê re kir.
Di civîna navbera Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Çawişoglû de, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê yên li gel Tirkiyeyê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kirin.
Di civîna han de behsa zêdetir kirina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan ya bo rûbirû bûna metirsiyên terorê, rewşa Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û pêkhateyên wan deveran û Kurdistan û Îraqê hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Çawisoglû kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kiriye û aniye ziman ku Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bike û kompaniyên Tirkî dikarin bo awedan kirina jêrxana deverên ku jiber şerê dijî DIŞIê rastî zirarên zêde hatine roleke girîng bilîzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin