Jiber koça dawî ya birayê siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî Kemal Burkay kir ku ev jî tekesta vê ye;
Birêz Kek Kemal Burkay
Bi xem û dilgiraniyê ve nûçeya koça dawî ya Kek Mistefayê birayê we yê birêz gihîşte me. Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li we yên birêz dikim û xwe bi hevbeşê xemê we dizanin.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruh û giyanê Kek Mistefa bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bi malbat û kesûkarên we yên birêz bibe û nexweşiya we ya dawî bê.
Mesûd Barzanî
29.04.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin