Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hudaparê bi Serokatiya Serokê Hudapar Ishaq Saxlem kir.
Di destpêka civînê de şanda Hudaparê spasiya Serok Barzanî kir ku civîn li gel wan qebûl kiriye û herwiha rêzdariya xwe jî ya li hember xebat û keda Serok Barzanî ya bo berevanî kirin ji maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasiya Tirkiyeyê rewşa gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li deverê de hate kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de şanda mêwan bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên siyasî yên Hudapar û armancên Hudaparê kir.
Di berdewamiya civîna han de tekezî li ser xebata siyasî û aştiyane ya gelê Kurdistanê ya bo dabîn kirina mafên gelê Kurdistanê hate kirin û her du alî li ser bihêztir kirina têkiliyên xwe hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin