Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 11:10

Hikûmet: Em hewl didin jiyana Karkeran baştir bikin

dibêje emê tevahiya mafên wan biparêzin
کوردستان TV
100%

Îro 1ê Gulanê roja cîhaniya karkerane û bi vê minasebetê hikûmeta Kurdistanê jî peyameke pîrozbayî pêşkêşî karkeran kir.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe, eşkere kiriye ku rola karkeran di awedan kirina Kurdistanê de roleke gelek girînge û em li hember vê rola han rêzdarin.

Hikûmeta Kurdistanê di beşeke din ji peyama xwe de eşkere kiriye ku hikûmet tevahiya hewlên xwe bi tevger dike daku jiyaneke xwe û bextewer bo karkeran dabîn bike û tevahiya mafên wan jî biparêze.

Hikûmet herwiha behsa vê yekê kiriye ku vê derfetên karî yên baştir û bi ewle bo karkeran dabîn bike û zextan jî li kerta taybet dike daku şert û mercên kar kirina karkeran baştir bike û tevahiya mafên wan jî biparêze.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.