Îro li bajarê Zaxoyê di encama wergerana pasek 5 xwendekarên zanîngeha polîteknîka Zaxoyê birîndar bûn.
Li gor jêderên taybetî ev xwendekarên han îro xwestine bi komî biçin seyranê lêbelê di rê de pasa ku xwendekar têde bûne wergeriyaye û di encam de 5 xwendekar birîndar bûne.
Bûyer li ser rêya Îbrahîm Xelîl qewmiye û birîndar jî bo derman kirinê bo nexweşxaneya Zaxoyê hatine veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin