Zêdetir ji 5 hezar kes beşdarî komcivînê bûne

Rûsye û Sûriye li dijî vê derketibûn
کوردستان TV
100%

Beriya du rojan li În Îsa komcivîna êrîşên ereb yên li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi pêşengiya meclisa demokratîk ya Sûriyeyê( MSD) hat lidarxistin.

Di komcivînê de ku zêdetir ji 5 hezar kes ji eşîrên deverê têde beşdar bûn, behsa çend mijarên girîng weke çarenivîsa deverê, çawetiya çareser kirina qirîza Sûriyeyê, gefên Tirkiyeyê bo ser deverê û çawetiya ava kirina Sûriyeyeke nû hatiye kirin.

Ev civîna han ji aliyê Rûsyeyê ve hatibe rexne kirin û Rûsye gotibû ku ev civîna han hewldane bo têk birina prosesa Astanayê.

Di komcivîna han de tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku li Astana anjî li welatên din qirîza Sûriyeyê nayê çareserkirin belku qirîza Sûriyeyê di nava axa Sûriye û bi destê Sûriyan tê çareserkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.