Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 09:08

Hêzên pêşmerge û hevpeyman civîneke din lidar xistin

vê di meha temûzê de civîneke berfire were lidarxistin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê di çarçoveya civînên hevebeş yên di navbera wezareta pêşmerge û hêzên hevpeymanan de, civîneke din bi beşdariya berpirsên wezareta pêşmerge û nunerên hêzên hevpeymanan hate lidarixstin.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa ewlekarî û leşkerî ya deverê, behsa projeyên reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin û her du alî bi îsrarbûna xwe li ser cîhbicîh kirina projeyên han diyar kirin.

Her di heman civînê de biryar hate dayîn daku di meha temûzê de jî civîneke bilind bo giftûgo kirin li ser bernameya reforman ya di nava wezareta pêşmerge de were lidarxistin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.