Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bo 10 rojan meş, xwepêşandan, vekirina standan û hemû çalakiyên bi vî awayî hatin qedexekirin.
Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku li gor destûrê û tişta di qanûnan de hatiye, bi armanca rêgirtin li çalakî û êrîşan heta 10 rojan meş, xwepêşandan, vekirina standan û hemû çalakiyên bi vî awayî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku "bi armanca parastina can û malê welatiyan, pûçkirina planên rêxistinên terorê, parastina asayîşa neteweyî, parastina maf û azadiyan û rêgirtin li belavbûna bûyerên tundûtûjiyê ji 9 heta 18ê gulanê li sînorê bajarê Wanê hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan, vekirina standan, daxuyaniyên çapemeniyê û civînên giştî hatine qedexekirin.”
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin