Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 11:10

Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkî civiyan

Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirina Îraq û Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ya Amerîkî bi Serokatiya organîzatorê karûbarên Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û berpirsê karûbarên nivîsîngeha Rojhilata nizîk ya wezareta derve ya Amerîkayê David Satterfield kir.

Di civînê de Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê  û Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan yê li Îraq û Sûriyeyê û Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, behsa pêşhatên dawî yên siyasî û abûrî yên li deverê, têkilî û hemahengiya navbera Kurdistan, Amerîka û Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rola çalak û ektîf ya Kurdistanê di şerê dijî terorîstan, dabîn kirina aramiya Îraqê û ragirtina hevsengiyên li deverê de û balkêşande ser sedemên kêşe û nearamiyên heyî yên li deverê de û tekez li ser girîngiya diyalog û danûstandinên cidî bo çareser kirina kêşeyên bingehîn kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û hate gotin ku diyalog û danûstandinên heyî yên di navbera her du aliyên yên bo çareser kirina kêşeyên heyî didomin û ber bi pêşve diçin.

Di beşeke din ya civînê de şanda mêwan tekez li ser vê yekê kir ku jihev fêm kirina navbera Bexda û Hewlêrê bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de hevkar dibe û herwiha bo dabîn kirina aramî û aştiyê li Îraqê de jî bibandor be.

Şanda mêwan anî ziman ku Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistan û Îraqê .

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.