Rejîmê Sûriyê Keleha Medîq kontrol kir

pevçûnên li deverê dijwartir dibin
کوردستان TV
100%

Hejmareke mezin ji sivîlên parêzgeha Idlibê û Hemayê koçî kantona Efrînê kirin. Der barê şer de çeteyên El-Hizib El-Îslamî Tirkistanî bajarokê Kefirnebûdê bakurê bajarê Hemayê careke din xist bin kontrola xwe û paşê dîsa rejîmê bajarok û keleha Medîq kontorl kir.

Çavkaniyekî ji ANHA`yê re hejmara koçberên malbatên sivîl ên ku ji parêzgeha Idlib û Hemayê koçî kantona Efrînê kirine eşkere kir, bi vê yekê Tirkiyê û Rûsya di guhertina demografiya herêmê de dewam dikin.

Çavkanî got di demên dawîn de ji herêmên şer û bombebaranê li parêzgeha Idlib û Hemayê 50 hezar malbat koçî kantona Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, kirin.

Ev koçberî di wexteke ku hemleya hêzên rejîmê bi alîkariya esmanî yên Rûs û piştî hevpeymanên di navbera Tirkiyê û Rûsya li ser herêmê de, pêk tê.

Bi erêkirina Rûsya, dewleta Tirk guhertina demokrafîk li kantona Efrînê pêk tîne, ew yek bi rêya anîna hezaran malbatan ji gundewarên Şam, Dera û Humsê li Efrînê ye.

Der barê şerê li bejahiya bakurê Hemayê de, çavkanî got çeteyên Partiya El-Îslamî Tirkstanî piştî ku çalakiyên  xwekujî li bajarokê Kefirnebûdê pêk anî, bajarok xiste bin serweriya xwe.

Heman çavkanî got rejîmê îro careke din Kefernebûdê û Keleha Medîq û gundên din mîna Tiwênê, Til Osman, Kirkat û Cenabirê kontrol kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber bilindbûna keleha Medîq, ew yek ji cihên herî stratejîk li herêmê ye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.