Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 26 saliya damezrandina navenda rewşenbîrî û hunerî ya Laleşê yaku taybete bi çand û hunera Kurdên Êzidî, peyameke pîrozbayî weşand.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de behsa girîngiya rola navenda Laleşê kiriye û ragihandiye ku navenda Laleşê di wan 26 salên derbazbûyî de roleke gelek girîng bo rewşenbîr kirina civakê lîstiye û di nava saziyên hikûmeta Kurdistanê de kariye cêyeke girîng bo xwe dabîn bike.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji peyama xwe de ev yek diyar kiriye ku hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser piştgîrî kirina navenda Laleşê û tevahiya saziyên din yên taybet bi Kurdên Êzidî.
Barzanî diyar kiriye ku hewldanên hikûmeta Kurdistanê yên bo dîtin û azad kirin û vegerandina wan kurdên Êzidî yên ku hatine revandin vê berdewam bin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin