Cîhadiyên Îdlibê yên ku nêzî Tirkiyeyê ne û ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgîrîkirin, duhê li bajarê Îdlibê xwepêşandanek li dijî Tirkiyeyê lidar xistine.
Li gor jêderên taybetî, cîhadiyên li Îdlibê behsa vê yekê dikin ku Tirkiye pişt li wan kiriye û rê daye rejîma Sûriye û Rûsyeyê daku êrîşî ser Îdlib û derdorê Îdlibê bikin.
Cîhadiyên Îdlibê behsa vê yekê kirine ku heta erê kirina Tirkiyeyê nebe, rejîma Esed û Rûsye êrîşî ser Îdlibê nakin lêbelê Tirkiye qebûl kiriye ku rejîm û Rûsye bihevre êrîşî ser Îdlibê bikin.
Weke tê zanîn beriya niha di çarçoveya rêkeftina Astanayê de Tirkiye û Rûsye li ser çê kirina herêmên bêçek li Idlibê lihev kiribûn lêbelê Rûsye dibêje heta niha Tirkiye ev rêkeftina han cîhbicîh nekiriye û cîhadî êrîşên xwe bo ser hêzên Sûrî û Rûsî didomînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin