Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 13:22

Terorîstên DIŞIê agir li cêyên çandinê berdan

ev demeke lêv û tevgerên DIŞIê li deverê zêdetir bûne
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyan, îro danê sibê terorîstên DIŞIê yên li çiyayê Qereçoxê agir bi cêyên çandiniyê yên şêniyên deverê berdane.

Jêder behsa vê yekê dikin ku terorîstên DIŞIê li quntarên çiyayê Qereçox agireke mezin bi cêyên çandiniyê yên şêniyên deverê berdane û şewtandine.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku hêzên agir vemirandinê jî bo deverê nayên şandin û fikar hene ku genimên cotkarên deverê jî werin şewtandin.

Ev demeke ku terorîstên DIŞIê lêv û tevgerên xwe li deverê zêdetir kirin û bi eşkere serane (serfitire û bac) ji şêniyên deverê distînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.