Li gor jêderên taybetî li deverê, duhê êwarê jiber şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKK û artêş Tirkiyeyê li nêzî çiyayê Garê, ciwanekî Kurd birîndar bûye.
Îro danê sibê kasûkarên vî ragihandin ku piştî duhê bi şev Lazim Elî Pindiroyî jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de li çiyayê birîndar bibû, îro canê xwe ji dest daye.
Malbeta vî diyar kir ku duhê bişev nikarîne biçin hawara korê xwe jiber şer û pevçûnan, lê îro danê sibê dema çûne deverê dîtine ku korê wan jiber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin