Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balzoyê Brîtanyayê yê li Bexdayê John Wilkes û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku konsulusê Brtîanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî yên navnetewî û deverê, prosesa siyasiya Îraqê giftûgo hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û şanda Brîtanî behsa dom kirina metirsiyên terorîstên DIŞIê li ser ewlekariya Îraq û deverê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku nabe pêşhat û pêşveçûnên siyasî bibin sedema vê yekê ku baldariya li dijê DIŞIê kêm bibe.
Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa jiyana koçberan li parêzgeha Nînowa û hewldan bo azad kirin û vegerandina Êzidiyan bo ser mal û warên xwe, herwiha dabîn kirina ewlekarî û xizmetgozariyan li wan deveran jî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin