Rûsya: Armanca me kuştina terorîstane

Rûsye dibêje me ti qanûnek binpê nekiriye
کوردستان TV
100%

Duhê civata ewlekariya Netewên Yekgirtî bo giftûgo kirin li ser rewşa aloz ya li Idlibê civîneke awarte lidar xist.

Di civînê de nunerê taybetî yê NY yê bo gehandina hevkariyên bilez Karen Pierce  ragihand ku rewşa li Idlibê gelek aloze û jiber êrîşên Rûsye û Sûriyeyê heta niha 18 nexweşxane û navendên tendirostî hatine wêrankirin ku hinek ji wan ji aliyê NY ve dihatin hevkarîkirin.

Karen Pierce ragihan ku lazime Rûsye û Sûriye dawî bi êrîşên xwe bînin lêbelê nunerê hertimî yê Rûsye li civata ewlekariya NY, Vassily Nebenzia diyar kir ku armanca Rûsye û Sûriyeyê ne wêran kirina nexweşxane û navendên tendirostiye belku jinav birina terorîstên li deverê ye lewre vê êrîşên wan bo ser wan deveran bidomin û her du alî heta niha qanûnên navnetewî binpê nekirine û jiniha û pêde jî nekin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.