Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraq, Kurdistan û pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku aliyên siyasî yên Kurdistanê hewldanên xwe didomînin û di çarçoveya wan hewldanan de qanûna çalak kirina Serokatiya Kurdistanê hatiye pejrandin û di demeke nêz de jî vê kabîne were avakirin.
Di dawiya civînê de behsa rewşa Mûsil û derdorê, deverên kêşe li ser û qonaxa piştî DIŞIê û pêngavên ku lazime werin avêtin hate kirin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin