Li gor jêderan tîma destwerdana destpêkê ya li Rojav û Bakûrê Sûriyeyê çalakiyên xwe yên bo kolandina yekem gora bikomî ya li Reqayê a bi navê Fixêxa didomîne.
Li gor nûçeyeke ajansa anhayê heta niha ji vê goristana bikomî 670 cenaze hetine derxistin ku piraniya wan cenazeyên terorîstên DIŞIê ne û hijmareke sivîl jî nav wan de hene.
Ev goristana han yaku yekem goristana bi komiye ya li Reqayê, di serdema desthilata terorîstên DIŞIê de hatiye avakirin û niha tîmên têkildar yên ser bi rêveberiya xweser hewl didin goristana han vekin û cenazeyên têde derxin.
Ev beşa ku têde 670 cenaze hatine derxistin beşa yekem ya vê goristanê ye û tê gotin ku di nava çend rojên pêşiya me de vê tevahiya cenazeyên nava beşa yekem ya vê goristanê werin derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin