Erbil 38°C Tuesday 16 Sep 01:23

Cîhadiyên Tirkiyeyê welatiyekî Kurd qetil kirin

zextên cîhadiyên tirkiyeyê li ser welatiyên Kurd didomin
کوردستان TV
100%

Cîhadiyên Tirkiyeyê yên ku Efrîn dagîr kirine yek ji wan welatiyên Kurd ku beriya niha revandibû, qetil kir.

Li gor jêderên taybetî ji Efrînê, cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yek ji wan sê welatiyên Kurd yên ku beriya çend rojan revandibûn û gef li malbetên wan kiribûn ku eger 100 hezar dolar nedin vê wan bikujin, duhê yek ji wan kuştine.

Cenazeyê welatiyê Kurd li ser rêya Qestel Cind hatiye dîtin û malbeta vî jî cenaze li nexweşxaneya meydanî ya Efrînê nas kiriye.

Navê welatiyê kuştî Reşîd Hemîd Xelîle.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.