Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 15:16

Sê çalakvanên Kurd hatin girtin

hîn jî sedema girtina wan nediyare
کوردستان TV
100%

Hêzên îtlaata Îranê li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê sê çalakvanên Kurd girtin.

Jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku şeva pênşemê hêzên îtlaata Îranê li bajarê Sineyê li dijî çalakvanên Kurd operasiyon pêk anîne û di encam de sê çalakvanên Kurd yên ku endamên civata giştî ya navenda çandî û civakî ya Nûjînê ne, binçav kirine.

Navê çalakvanên binçavkirî weke jêder diyar kirine, ewin; Îdirsî Minberî, Rêbiwar Minberî û Zara Nihemedî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.