Duhê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê li deverê de, bi tundî deşta Hêrtê û derdor bordiman kirin.
Li gor jêderên li deverê, balefirên şer yên Tirkiyeyê duhê êwarê bi tundî çiya, zozanên ser bi deşta Hêrtê û deşta Hêrtê bo xwe bordiman kirine.
Herwiha hate zanîn ku geliya Kewert ya li Xakûrkê jî ji aliyê balefirên şer ve hatiye bordimankirin.
Weke tê zanîn ku artêşa Tirkiyeyê bi awayekî rojane bi hinceta hebûna endamên PKKê deverên sînorî yên başûrê Kurdistanê bordiman dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin