Îro parêzerên Ocelan yên ku beriya çar rojan serdana Îmralî kiribûn û li gel Ocelan civiya bû, peyama Ocelan bo raya giştî eşkere kirin.
Di peyama Ocelan de, xetab bi wan kesên ku ev demeke ketina greva birçîbûnê, Ocelan gotiye ku ne hêjaye ku bo min canê xwe ji dest bidin jiber vê çendê daxwaz ji we dikim daku dawî bi grevan bînin.
Piştî belav kirina peyama Ocelan girtiyên nava girtîgehan jî daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku li ser daxwaza Ocelan dawî bi grevên xwe anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin