Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê , duhê hêzên rejîmê karîne di encama şereke dijwar de gundê Kifar Nabûde ya li Îdlibê bixin destê xwe.
Di çarçoveya şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û cîhadiyên li Îdlibê de, heta niha hêzên rejîmê karîne çend gund û deverên ser bi Îdlibê bixin destê xwe.
Duhê çapemeniya rejîmê belav kir ku hêzên rejîmê karînê gundê Kifar Nabûde ku beriya çend rojan ketibû destê cîhadiyan dîsan kontrol bikin û derbên dijwar li cîhadiyan bixin.
Rewşa Îdlibê weke tê zanîn gelek aloze, rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de bo çê kirina herêmên bêçek û şer hatibû îmzekirine ti encam neda, Rûsye û Sûriye êrîşên xwe bo ser cîhadiyan li Îdlibê zêdetir kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin