Li gor jêderên taybetî ji Efrînê, cîhadiyên Tirkiyeyê li hember azad kirina welatiyekî Kurd yên ku di 8ê vê mehê de revandine, daxwaza 200 hezar dolar ji malbeta vî kirine.
Jêder diyar kirin ku welatiyê Kurd yê bi navê Îbrahîm Xelîl Ebdo di roja 8ê meha gulanê di nava baxên xwe yên zeytûnan ji aliyê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye revandin.
Jêder diyar kirin ku beriya du rojan cîhadî wêneyên Xelîl Ebdo yaku hatiye eşkencekirin ji malbeta vî re şandina û gotine eger 200 hezar dolaran nedin wan vê Ebdo bikujin.
Hêjayê gotinê ye ku hefteya derbasbûyî cîhadiyên Tirkiyeyê bi heman awayî welatiyeke din yê Kurd kuştibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin