Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 19:53

Li Şingalê jî agir bi genim û çandiniyên xelkê ket

dibêjin em ji erebên li deverê bi gomanin
کوردستان TV
100%

Herî kêm 150 donim zeviyên kurdan hatin şewitandin.

Li gor jêderên taybetî duhê êwarê li Şingalê agir bi zeviyên çandiniyê yên Kurdan ketiye û di encam de herî kêm 150 donim erd û zeviyên çandiniyê yên Kurdan yên ku nêzî gundên Ereb nişîn yên li deverê ne, ketiye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku agir ewqas mezin û bihêz bûye ku heta gehêştina hêzên vemirandina agirê herî kêm 150 donim zevî şewitîne.

Cotkarên Kurd yên li Şingalê behsa vê yekê dikin ku gomanên wan hene ku mimkune şêniyên ereb yên li deverê agir bi zeviyên wanber dabin.

Hêjayê gotinê ye ku li Kerkûk û çend deverên din yên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê agir bi zeviyên çandiniyê yên cotkarê Kurd ber dibe û genim, ceh û çandiniyên din yên cotkarên Kurd tên şewtandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.