Balyozxaneya Kanadayê ya li Bexdayê jiber hilbijartina wî weke Serokê Kurdistanê, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Balyozxaneya Kanadayê li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyama pîrozbayî weşandiye û têde nivîsandiye; Kanada pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî dike ku bo postê Serokê Kurdistanê hatiye hilbijartin, û hêvî dikin ku bihevre li ser kêşeyên girîng yên weke bihêztir kirina rola jinan di her warî de û wekheviya cinsî kar bikin.
Weke tê zanîn berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî roja 28ê mehê bi 68 dengan ji 81 dengên parlementeran weke Serokê Kurdistanê hat hilbijartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin