Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov duhê înê got ku ragihandina agirbestê û rawestandina êrîşên cîhadiyan bo ser hêzên Rûsî û Sûrî û xelkê medenî li Îdlib û derdorê erkê Tirkiyeyê ye.
Peskov di bersifa pirsekî derbarê daxuyaniyên Erdogan de diyar kir ku em li Îdlibê bi rastî agirbestekê dixwazin û tiştê ku divê terorîst êrîşên hember sivîlan û navendên me yên leşkerî êrîşan rawestînin.
Erdogan derengiya Pêncşemê ji hevtayê xwe yê Rûsî Wladimir Putin re gotibû ku ew li Îdlibê agirbestekê dixwaze ku sivîl neyên kuştin û pêla penaberan nekevin hindurê axa Tirkîyê.
Pispor daxuyaniya Peskov wek piştgirîya berdewam ya Rûsya ji hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad re dibînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin