Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 22:50

Serok Barzanî piştgîriya xwe bo hunermend û rewşenbîrên Silêmanî diyar kir

îro li gel wan civiyaye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel hijmareke zêde ji rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Silêmanî civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel hejmarek hunermend, rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmanî civiya.

Di vê civînê de hunermend, nivîskar û rewşenbîrên bajarê Silêmanî kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û beşek ji wan li serdema şoreşa mezina Eylûlê da rola xwe hebûn û xizmetê kiribûn, behsa kêşe û giriftên li ber tevgera rewşenbîrî û hunerê kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku zêdetir piştevaniya daxwazên hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê bike, bi awayek ku rol û pêgeha rewşenbîr, hunermendan û keda wan li ber çav bê girtin.

Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina mêwanan kir û ragihand ku rewşenbîr, hunermend beşekî girîng û bi bandor yê civakê ne û hinek car rola wan jî ji ya siyasetmedaran gelek zêdetire û dikarin xizmeta zêdetir jî pêşkêşî gelê xwe bikin.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de piştevaniya tevahî jî ji bo daxwaz û xwestekên wan diyar kir

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.