Duhê bişev wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo telefûna Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Mike Pemeo di destpêka gotinên xwe de jiber hilbijartina vî weke Serokê Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Pempeo di berdewamiya axaftinên xwe de tekezî li ser domandin û bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kiriye û hêvî xwestiye ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareser kirina kêşeyên heyî berdewam be.
Li hember de jî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Mike Pempoe kir û tekez li ser vê yekê kir ku Hewlêr berdewam dibe li ser hewldanên xwe yên bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Îraq û Amerîkayê û çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin