Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî nameyek pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û têde jiber hilbijartina vî bo postê Serokatiya Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Ebdulmehdî di nameya xwe de jiber cejna remezanê jî pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê kiriye û nivîsandiye; Pîrozbayî li we dikim û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de ji we re dixwazim û hêvî dikim bo bidest anîna daxwazên reva yên gelê me yê hêja de serkeftî û serfiraz bin.
Ez pişt rastim ku bi wergirtina postê han ji aliyê we ve, vê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî baş pêş dikevin û ev yek jî bnadoreke baş li ser rewşa abûrî û ewlekariya welat dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin