Neteweyên Yekgirtî derbarê rewşa Îdlibê de daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku rewşa Îdlibê gelek aloz û metirsîdare.
NY di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku jiber şer û pevçûnên heyî yên li Îdlib û derdorê, roj bi roj hijmara kuştî û birîndarên sivîl zêdetir dibe û xelk zêdetir koçber dibe.
Di berdewamiya daxuyaniya NY de hatiye diyarkirin ku piraniya kuştî û birîndaran jî jin û zarokin.
NY daye zanîn ku di pevçûnên vê dawî de herî kêm 160 kes hatine kuştin û niha li deverê de metirsiya qewmîna karesateke însanî heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin