Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Beşîr Hedad ragihand ku heta niha çend car derbarê metirsiyên heyî yên li deverên Kurdistanê yên ji derveya îdareya Kurdistanê agehdarî ji Serokwezîrê Îraqê re hatine dayîn.
Beşîr Hedad diyar kir ku ewin ku genimên cotkarên Kurd li wan deveran dişewtînin neyarên Kurdanin û naxwazin rewşa wan deveran aram be û me çend caran li ser vê mijarê Serokwezîrê Îraqê hayedar kiriye.
Hedad herwiha anî ziman ku vê roja duşemê Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî bi mebesta beşdarî kirina di merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê de serdana Hewlêrê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin