Îro her du wezîrên derve yên Tirkiye û Îranê bi serdanek gehêştine Hewlêrê.
Wezîrên derve yên Îran û Tirkiyeyê bi mebesta beşdarî kirin di merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de serdana Kurdistanê kirine.
Weke tê zanîn îro vê Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sond dixwe û jiber vê yekê jî hijmareke zêde serkirde û nunerên welatên cîhanî û herêmî serdana Hewlêrê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin