Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 03:27

Serok Barzanî: Bo Kurdistaneke pêşkeftî piştgîriya Mesrûr Barzanî dikim

peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir
کوردستان TV
100%

Îro piştî ku Mesrûr Barzanî ji aliyê parlementoyê ve bo ava kirina kabîneya nû hate pîwerdarkirin û ev biryara parlementoyê bo Serokê Kurdistanê hate şandin, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Kêfxweşim ku îro parlemen Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê nû destnîşan kir.

Serok Barzanî di beşeke din ji peyama xwe de hêviya serkeftinê bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwestiye û nivîsandiye bo Kurdistaneke pêşkeftîtir û bihêztir piştgîriya Mesrûr Barzanî dikim.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.