Til Rifetê sivîlek şehîd bû û 3 birîndar bûn

topbaran kirina deverê hîn jî didome
کوردستان TV
100%

Di encama topbarana artêşa Tirk û cîhadiyên wê yên li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê de sivîlek şehîd bû û 3 birîndar bûn.

Nûçegihanên anhayê ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê vê êvarê navçeya Til Rifet a Şehbayê bi obusan dan ber topan û bi dehan top li jîngehên şêniyan ketin.

Di topbaranê de welatiyê sivîl Sebirî Umer Hemdo yê 65 salî şehîd bû û Fikret Reşîd Xorşîd (48), Zeyneb Ebdulrehman Umer (54) û Muherem Bekir 70 birîndar bûn.

Topbarana li ser navçeyê hîna berdewam e.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.