Di çarçoveya hevkariyên hevpeymaniya cîhanî de yên bo hêzên HSDê, duhê bi şev karwaneke din ya hevkariyên leşkerî ji aliyê hevpeymanan ve derbasî Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Li gor jêderên hayedar karwana leşkerî ji 120 tirimbêlan pêk hatiye û di nava wan tirimbêlan de pêdiviyên locistîkî û leşkerî hebûne.
Weke tê zanîn ev 14mîn karwana hevkariyên leşkeriye ku piştî bi dawî hatina şerê DIŞIê bo hêzên HSDê hatiye şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin