Îro Serokwezîrê pîwerdarkirî yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê serdana Silêmanî kir û li gel Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiya.
Piştî bi dawî hatina civînê Mesrûr Barzanî di presskonferasnekê de diyar kir ku em hatine Silêmanî daku li gel aliyên siyasî bicivin û CVyên berbijêrên wan bo postên nava kabîneyê werbigirin.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku di navbera PDK û YNKê de rêkeftinek heye û her du alî pêbendî rêkeftinê ne û em hewl didin beriya dema diyarkirî navên wezîrên kabîneyê pêşkêşî parlementoyê bikin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin