Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 08:11

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke NY civiya

behsa tawanabarên DIŞIê û darizandina wan kirin
سه‌رۆكی هه‌رێمی كوردستان و شاندێكی نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان كۆبوونه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî bi Serokatiya alîkar û Şêwirmendê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî yê bo lêkolîn kiirn li ser tawanên terorîstên DIŞIê Kerîm Esed Ehmed Xan kir.

Di destpêka civînê de şanda NY rol û qurbanî dana gelê Kurdistanê ya di şerê dijî DIŞIê, têkşikandina DIŞIê û parstina pêkhateyên din bêyî cudatî bi roleke girîng wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de şanda NY bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên lid or kom kirina belgeyên taybet bi tawanên DIŞIê li gor prosodorên NY kir û ragihand ku li Îraqê ji bilî zagonên tundkarî û terorê zagonên şer tuneye jiber vê yekê piştgîriya qanûnî bo karên me lazime.

Şanda mêwan bahsa girîngiya hevkarî û hemahengiyên hikûmetên Kurdistan û Îraqê bo serdanên meydanî, nasandina tawanabaran û gerentî kirina darizandina wan lazime.

Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya şanda NY kiriye û amade bûna Kurdistanê bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekê bo projeyên NY diyar kir.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.