Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ew demeke ku rejîma Îranê dest kiriye bi şandina çekên girn û topxaneyan bo deverên sînorî li Rojhilatê Kurdistanê.
Di vê derbarê de ajansa Kurdpa belav kiriye ku roja pêncşemê spaha pasdaran ya Îranê hijmareke gelek zêde çekên giran û topxane şandiye devera Pîranşarê ya li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.
Çavkanî belav kiriye ku piraniya wan çekên giran yên ku bo deverê hatine şandin û li cîhên bilind hatine bicîhkirin, çekên katûşiya ne.
Herwiha hate zanîn ku îro şemî Îran çend yekeyên din yên topxane şandine devera Kamiyaranê û li hin girên çiyayê Şaho bicîh kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin