Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 08:14

Spaha pasdaran dest danî ser 25 hespên kolberên Kurd

ev êrîş beriya du rojan pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, du roj beriya niha spaha pasdaran li devera Şinoyê êrîşî ser kolberên Kurd kiriye.

Jêder behsa vê yekê kirin ku di encama êrîşa han de zirarên gelek mezin yên madî ber kolberên Kurd ketine.

Herwiha spaha pasdaran ya Îranê dest daniye ser 25 hespên kolberên Kurd û barên ku li ser wan hespan bûne ji aliyê spaha pasdaran ve hatine talakirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.