Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 10:40

Balefirên Tirkiyeyê gundê Bêrkimê bordiman kirin

agir bi daristanên gundê ketiye
کوردستان TV
100%

Li gor peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekan duhê danê êwarê balefirên artêşa Tirkiyeyê demeke dirêj li ser asmana deverê zivirîne û pişt re dest bi bordiman kirina deverê kirine.

Peyamnêrê me eşkere kir ku duhê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên pkkê li deverê, gundê Bêrkim û derdorê bi tundî bordiman kirine.

Di encama bordimana han de agireke mezin bi eraziyên gundê ketiye û piştî rawestandina topbaranê şêniyên gundê karîne agirê vemirînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.