Li navçeya Bane ya li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, kolberekî Kurd ê 16 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di daxuyaniyekê de ragihandiye, roja Sêşemî 25ê Hezîrana 2019an hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê teqe li grûpeke kolberan kirine ku di encamê de kolberekî 16 salî yê Kurd canê xwe ji dest daye.
Li gor heman çavkaniyê, navê wî nûciwanê 16 salî Hêmin Salihpûr û xelkê gundê Alût ê ser bi navçeya Baneyê ye.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê herwiha daye xuyakirin, ji destpêka sala nû ya zanyînî ve heya niha ( di heyama 6 mehan de) 41 kolberên Kurd bi teqeya hêzên Îranê hatine kuştin û 73 kolber jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin